Fînlanda li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 06.12.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Matti Lassila Balyozê nû yê Fînlanda li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûn û ji bo roja serbixweyî ya Fînlanda pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û gel û Hikûmeta welatê wî re xwest. Her wiha spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo Fînlanda dûpat kir ku di sala 2015 de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê kir.
Balyozê Fînlanda balkişand li ser wê yekê ku welatê wî bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyare li hemû waran da peywendiyan zêdetir pêş bixe, tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da, li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û pêngavên avakirina Hikûmeta bê ya Iraqê, amadehî û pêgeha Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de, girîngiya aramiya siyasî, pirsa koç û koçberan û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bûn.




