9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û balyozê Fînlanda pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 05.12.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fînlanda li Iraqê Matti Lassila kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fînlandayê hatin gotûbêj kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Fînlandayê kir, ku di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de hewkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, bi taybet di warên perwerde û rahênanên leşkerî de û amaje bi giringiya bihêzkirina hemahengî û alîkariya civaka navnetewî kir di li dij rawestana gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê yên li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de.

Balyozê Fînlanda jî amaje bi rola erênî ya rewenda Kurdistanî ya li Fînlandayê kir, daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybet di warê bazirganî û hilberînê de anî ziman.

 

Nûçeyên têkildar