Serok Barzanî: Em daxwaz dikin doza gelê Kurd li hemû perçeyan bi aştî û demokratîk bê çareserkirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 04.12.2021ê Kongreya Dîaspora (Rewenda) Kurd li Hewlêrê birêve diçe û Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkeş kir û di wê gotarê de wiha got: “Em hêvîdar in û daxwaz dikin doza gelê Kurd li hemû perçeyan bi awayekî aştî û demokratîk bê çareserkirin.”
Ev jî gotara Serok Barzanî ye:
“Xwişk û birayên birêz
Pîrozbahiyeke germ li we dikim ku we biryar da kongreya xwe li paytexta Kurdistanê Hewlêra ku dijmin dişkîne, lidar bixin. Hêvîdar im kongreya we serkeftî be û bighe armanc ku armanc ew e rewenda Kurdistanî li derve bê rêxistinkirin û erkên wê bên diyarkirin û hemû li gel yek hewl bidin xizmeta gelê xwe bikin.
Em rewenda Kurdistanî li derveyî welat wek dewlemendiya netewî ya pir giring dizanin, hûn dikarin roleke zêde mezin bibînin di piştevaniya gelê xwe de. Hûn dikarin xwe birêk bixin û lobiyeke bihêz ava bikin û di hemû waran de roleke serekî bibînin bo piştevaniya doza gelê xwe.
Xebata gelê me berdewam xebateke rewa û aştiyane bûye û ti demekê gelê Kurdistanê bijardeya şer helnebijartiye, lê eger hatibe naçarkirin berevanî li xwe kiriye û berevanîkirin jî mafeke rewa ye. Berevanîkirina gelê me berevanîkirin bûye li man û nemana me.
Ti rojek ji rojan jî Kurd neçûne ser axa kesekî din û zulm li kesê nekirine, lê berdewam amade bûne û ji niha û pêde jî dê amade be bo berevanîkirinê li man û nemana xwe.
Em hêvîdar in û daxwaz dikin doza gelê Kurd li hemû perçeyan bi awayekî aştî û demokratîk bê çareserkirin. Şer ne çareserî ye, ne ji bo pirsa gelê me û ne jî bo pirsên ti gelên din. Lê xaleke gelek giring li vê derê de heye, em wek Kurd û Kurdistanî divê gelek hişyar bin, xîlaf û nakokiyên li gel rejîman dewletan nabe bibe dijminayiya miletan.
Kurdistan mînakeke xweşik e bo pêkvejiyana olî û netewî û berdewam gelê Kurdistanê serbilind bûye ku ev çande gelek jî kevn e û divê ev çand bê parastin. Cîhan jî bizane ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye, berdewam armanca gelê me ew bûye ku berevaniyê û parastina mafê pêkhateyan bike û berdewam jî xebatê bo wê yekê dike.
Xuşk û birayên birêz
Hêvîdar im ev xalane li berçavê we be:
1– Rewenda Kurdî kareke cîdî bike ji bo ku xwe birêxistin bike û hemû dilsoz û welatparêzan lihev kom bike.
2– Rêzgirtin li yasa û zagonên wan welatên ku tê de dijîn û xwe dûr bigrin ji her karekî nerast û dijî yasayê.
3– Ciwanên xwe han bidin û teşwîq bikin ji bo xwandinê û ji bo xwe gehandinê. Zarokên xwe perwerdey dîrok û zimanê Kurdî bikin û gelê xwe jibîr nekin.
4– Avakirina peywendiyên dostane ligel hemû rewend û netewên din ku li wan welatan li gel we jiyan dikin.
5– Hewleke cedî bidin ji bo bidestanîna gelek dostan ji bo doza gelê Kurdistanê û hewl jî bidin bo ku piştevania we bikin bo nasandina jenosîd û hemû ew tewanên derbarê gelê Kurdistanê hatine kirin, ji ber ku pêwîst e parlamento û xelkên wan welatan fişarê li dewletên xwe bikin ku ew maf ji bo gelê Kurdistanê bê nasîn. Ji ber gelek hewl li gel hikûmetan hatine dayîn, mixabin heta niha bi dengê me ve nehatine. Pêwîst e fişara parlamento û xelkê wan welatan hebe û hûn dikarin roleke gelek serekî bibînin.
6 – Piştevanîkirina ezmûna Herêma Kurdistanê ku mixabin hîn metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye.
Mixabin berî çend rojan li navçeya Germiyan û duh li Mexmûrê terorîstan gelek hemwelatî û Pêşmerge şehîd kirin. Ev yek wê rastiyê nîşan dide ku hîn metirsiya mezin li ser herêmê heye. Ez li vê derê hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku dê tola şehîdan dê bê hildan û xwîna şehîdan vala naçe.
Di dawiyê de jî hezaran silav ji bo can û ruhê şehîdan ê paqij, şehîd rêya azadî û rizgariyê ne. Careke din hûn hemû bixêr bên. Hêviya serkeftin ji bo kongreya we dixwazim û bendewariyeke mezin ji bo hewldanên we heye. Piştrast bin tişta ji dest me bê emê piştevaniya we bin.
Hûn bixêr hatine.. Serçava”




