9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ez gelekî xemgîn kirim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê êrîşa şeva derbasbûyî ya DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge belav kir û got: “Nûçeya şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ez gelekî xemgîn kirim, hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên şehîdan re radigehînim.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa şeva derbasbûyî ya DAIŞê ya li ser hêzên Pêşmerge belav kir û wiha got: “Nûçeya şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ên şeva borî li sînorê Kuleco, ku di dema hewarçûna hevçeperên xwe de şehîdbûn, ez gelekî xemgîn kirim. Hevxemiya xwe digehînim malbat û kesûkarên şehîdan û daxwazê ji xwedayê mezin dikim ruhê wan bi beheştê şad bike û hêviya selametiya lez ji bo birîndaran dixwazim.”

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Me gelek caran hişyarî daye derbarê metirsiyên terorîstên DAIŞê de û xwe birêxistin kirina wan a bi taybet li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ku sûd ji wê valatiya ewlehiyê ya li navçeyan heye wergirtine û bûne metirsiyek cîdî li ser asayîş û rûniştvanên navçeyê.’’

Mesrûr Barzanî wiha got: “Pêwîst e lez bê kirin bo çalaktirkirina navendên ewlehiya hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de. Bi hemahengiya hêzên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê, ku ew valatiya ewlehiyê ya li wan navçeyan divê bê tijîkirin. Ji bo wê jî me Wezareta Pêşmerge erkdar kiriye ku amadekariyên zêdetir bikin û tedbîrên pêwîst wergirin ji bo sînordarkirin û nehiştina gefên terorîstên DAIŞê û rêgiriya li ziyangehandina bi Hêzên Pêşmerge û xelkê navçeyê.”

Nûçeyên têkildar