Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Behrên civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.11.2021ê li Mename Paytexta Behrnê, ligel Selman bin Hemed Al Xelîfe, Kurmîrê Velîahd, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokwezîr û Serokê Encûmena Pêşxistina Abûrî ya Behrênê civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhartin û pêşhatên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Qraliyeta Behrênê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Her du aliyan tekezî li girîngiya bihêzkirin û pêşkêşkirina derfetên hilberînê, bi sûdwergirtina ji ezmûna hilberîna Behrênê kir.




