9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Urdinê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Behreynê ligel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî civiya û di wê hevdîtinê de pêwendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û geşedanên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Îro Şemiya 20.11.2021ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya.

Di civînê de pêwendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û geşedanên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdullah Şahê Urdinê gihande Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Şah Ebdullah û Urdinê kir û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina warên alîkarî û hemahengiyê ligel Urdinê kir.

Nûçeyên têkildar