9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozê Misrê rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir û di wê hevdîtinê Balyozê Misrê rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

Serok Barzanî îro Yekşema 14.11.2021 li Pîrmam pêşwazî li balyozê Misrê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Misrê li Hewlêrê, Wecîh Hîcazî jî amade bû, behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Misrê de hat kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser bihêzkirin û pêşvebirina pêwendiyên Kurdistan û Misrê di warê kulturî, akademî û aborî de hat kirin.

Her di wê civînê de, şanda mêvan pesnê kultura pêkvejiyan û aramiyê li Herêma Kurdistanê da û rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

Guftûgokirin li ser gefên terorê û çend pirsên din ên cihê bayexdana herdu aliyan, mijarên din ên civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar