Serok Barzanî hewla kuştina Mistefa Kazimî bi tundî şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî êrişa li ser mala Serokwezîrê Iraqê bi tundî şermezar kir û wek êrişeke terorîstî binav kir.
Serok Mesûd Barzanî derbarê êrişa bi dronan a li ser mala Serokwezêr Iraqê Mistefa Kazimî daxuyaniyek belav kir.
Serok Barzanî di wê daxuyaniya xwe de êrişa li ser mala Mistefa Kazimî bi tundî şermezar dike hêviya başbûnê ji bo “birîndarên wê êrişa terorîstî dixwaze.
Di peyama xwe de Serok Barzanî tekez dike, Divê rêz li serwerî û seqamgiriya Iraqê bê girti û bi hewla hemû aliyan rê li ber dûbarebûna kiryarên terorîstî yên bi vî rengî bê girtin.




