9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî bi tundî hewla kuştina serokwezîrê Iraqê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7.11.2021 kevirê binyadê yê dibistana gundî Korî yê Hewlêrê danî û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Di çarçoveya xizmetguzariyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro kevirê binyadê yê gundi Korî danî.

Gundê Korî, projeyeke nişticihbûnê li Hewlêrê ye, ji 3 hezar mal pêk tê û hefteya borî ji ber baran û lehiyê ziyaneke mezin dîtibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê yê dibistana gundê Korî de ragihand, hefteya borî dema wî serdana gundê Korî kiriye û ji nêzîk ve rewşa xelkê û ziyanên ku ji encama lehiyê derketine şopandiye, zarokekî li şûna hevkariyê ji malbata xwe re bixweze, daxwaza avakirina dibistanê kir. Mesrûr Barzanî got: “Me soz da wî zarokî û niha soza xwe bicih tînin.”

Mesrûr Barzanî amaje bi rola berpirsên îdarî û xelkê kir û spasiya wan kir ku di paqijkirina paşmayên lehiyê û rizgarkirina welatiyên asê mane de beşdar bûn.

Diyar kir jî, gelek ji kesên dilsoz û niştimanperwer ên Kurdistanê amadehiya xwe nîşan dan ku alîkariyê bikin, yek ji wan jî Şêx Faxir ji Grûpa Qeywan bû ku dê vê projeyê cibicî bike û bi xwebexşî pêşkêşî Wezareta Perwede bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, di vê kabîneya de, zêdetir ji 50 dibistanên nû ku 25 hezar xwendekaran li xwe digire, ji aliyê Wezareta Perwerde ve ketin xizmetê. Herwiha biryar ji bo dirustkirina 23 dibistan û dayingehên din hatiye dayîn.

Herwiha bi nêzîkbûna salvegera koça dawiyê ya parêzgar Ferset Sofî re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Wezîrê Perwerde kir ku wek dilsoziyekê ji kesên xizmeta miltê xwe kirine, dibistanek bi navê Ferset Sofî re bê vekirin.

Mesrûr Barzanî li ser wê bûyerê dibêje, “Hewleke tirsonek hatiye dayîn ji bo terorkirina Serokwezîrê Iraqê bi dronan, em tundtirîn şêwê vê hewla terorîstî şermezar dikin.”

Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe û ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Mistefa Kazimî re nîşan da û tekez kir ji bo tekezkirin û pêşxistina demokrasî û seqamgiriyê li Iraqê piştevaniya serokwezîrê Iraqê dikin.

 

Nûçeyên têkildar