9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Hewldana kuştina Kazimî kiryareke terorîstî û geşedaneke metirsîdar e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewla terorkirina Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê şermezar dike, weke kiryareke terorîstî bi nav dike û dibêje, geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe hole.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku li ser Twitterê belav kiriye, wiha dibêje: “Ez hewla kuştina serokwezîr Mistefa Kazimî ya têkçûyî protesto û şermezar dikim, ku îro danê sibê bi dronekê li dijî cihê mana wî li Bexdayê pêk hat, û spasiya Xwedê dikim ji bo silametiya wî. Ev kiryara terorîstî geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe holê. Ez bang li her kesî dikim ku li ser xwe û aram bin.

Nûçeyên têkildar