Nêçîrvan Barzanî: Em ji nêzîk ve çavdêriya bûyerên li Bexdayê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê tundûtûjiyên li Iraqê wek cihê nîgeraniyê binav dike ku metirsiya aloziyên zêdetir çêdike û tekez jî dike, ew ji nêzîk ve çavdêriya bûyer û pêşhatên Bexdayê, xwepêşandan û bûyerên nexwestî dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerên li Bexdaya paytexta Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Tundûtûjî û hebûna qurbaniyan, cihê dax û nîgeraniyê ye û metirsiya alozbûna zêdetir a rewşê çêdike. Li gel serxweşî û hevxemiya bo kesûkarên qurbaniyan, em daxwaz ji hemû aliyan dikin dan bi xwe de bigirin û karekî wisa nekin ku rewş bi aliyekî xirabtir ve biçe.”
Serokê Herêma Kurdistanê behsa mafê xwepêşandan û derbirîna nerazîbûnê di destûrê de dike û radigihîne, “Destûr û yasa mafê xwepêşandan û derbirîna nerazîbûna bi şêweyekî medenî û aştiyane diyar kiriye û diparêze, bi heman şêwe rê li ber alozî, tevlîhevî û tundûtûjiyê girtiye. Em daxwaz dikin xwepêşandan, nerazîbûn û serederiya li gel wan, di çarçova yasayê de be û hemû aramiyê biparêzin û berjewendiyên welat li ber çavan bigirin.”
Nêçîrvan Barzanî, serkeftina proseya dengdan û hilbijartinê wek serkeftina Iraqê binav dike û radigihîne, “Her tane, gilî û têbinî jî li ser encaman hebe, divê bi rêkarên yasayî bê yekalîkirin. Divê em hemû li Iraqê di asta berpirsyariya niştimanî de bin û bi hev re, yekrêz û teba, bi aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, rûbirûyê metirsiyan, bi taybetî terorê bibin, aramî, jiyan û guzeranî û xizmetkirina hemwelatiyan armanca sereke ya me hemûyan be.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, "Ez hewla kuştina serokwezîr Mistefa Kazimî ya têkçûyî protesto û şermezar dikim, ku îro danê sibê bi dronekê li dijî cihê mana wî li Bexdayê pêk hat û spasiya Xwedê dikim ji bo silametiya wî.”
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, “Ev kiryara terorîstî geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe holê. Ez bang li her kesî dikim ku li ser xwe û aram bin."




