9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşîkçî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li sosyologê navdar û dostê gelê kurd prof.dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li nivîskar û sosyologê navdar û dostê gelê kurd prof.dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.

Di hevdîtinê de behsa xebat û zehmetiyên Bêşîkçî di berevanîkirin li gelê Kurdistanê û doza rewa ya gelê de de kir û bilind nirxand.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê herwiha behsa wê yekê kir ku Bêşîkçî bi nivîsandina gelek pirtûkan û lêkolînên zanistî û akademîk berevanî li mafên gelê kurd û gelên bindest kiriye.

Îsmaîl Bêşîkçî jî spasiya serokê Hikûmeta Kurdistanê kir û behsa girîngiya perwerde û mijarên niştimanî û çareserkirina pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn bi rengekî aştiyane û dadmendane kir.

 

Nûçeyên têkildar