Berpirsê liqê 8: hewlên serok Barzanî bo parastina nav mala kurdî pêngaveka pîroz û neteweî ye

Zaxo-KDP.info/ Bi merema ptir şirovekirina rewşa siyasî li herêma Kurdistanê u Iraqa fîdral bo texên cuda li sînurê lîjna Zaxo ya Partiya Demokirat a Kurdistanê, Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya (PDK) û berpirsê liqê heşt li Zaxo simînarek bo xelkê sînorê lîjna Zaxo ya Partî li hola lîjna navbirî pêşkêşkir.
Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8 di vê simînarê da behsa rudan û rewşa aloza Iraqa fîdral bas kir û amaje daye egerên peydabîna vê bargirjiyê û ragehand ku ji sedema çewtî û reftarên takrewî û xwesepandina Nurî Elmalkî Iraqa fîdral gehande lêvarên vê azrandina navxoy û cemawerî li gelek deverên Iraqê û evê rewştî jî dê encamên xirab hebin li ser paşeroja pirosa Demukrasî li vî welatî.
Berpirsê liqê 8ê Partî li ser wan babet û xalên giring jî rawesta ewên ku heta nuke hikûmeta Iraqa fîdral li ber nehatiye ku di gel herêma kurdistanê yekla bikit û ev çende bûye egerê nerêkî û aloziya peywendiyên herêmê û Bexda û jwana jî yasaya neft û xazê û budca pêşmergeyî û parên kompaniyên neftê yên li herêmê kardikin zêdebarî pirsa deverên kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê û hewlên xwesepandina Malkî bi rêka eskertariyet û pêkînana operasyona dîcle.
Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê rewşa siyasî ya herêma kurdistanê bi têr û teselî bas kir û hewlên serok Barzanî bo parastina yekirêziya hêzên siyasî û nav mala kurdî bi pêngaveka pîroz û neteweî ya mezin da zanîn bi taybetî rijdiya serokatiya herêmê liser ragirtina aramiyê û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê, û navhatî bas li seredana cenabê serok Barzanî ya vê dumahiyê bo hijmareka welatan û pişikdariya cenabê serokê herêmê di kurbenda Davosê de kir û ragehand ku pişkdariya cenabê serok Barzanî di kurbendê navbirî de nîşana wê çendê ye ku herêma kurdistanê di biwarê aburî de ya bi hêze û paşeroja kurdistanê dê ya bihêz û pêşkeftî bît.
Li dumahiyê berpirsê liqê 8ê Partî bas li wan xizmetguzariyên ku hikûmeta herêma kurdistanê li Zaxo encam didit di pêxemet xweşkirina rewşa jiyana hawlatiyan ya rojane di biwarên cuda da kir û diyarkir ku planeka darştî hatiye danan bo encamdana pirojên sitiratîjî li devera zaxo jilayê hikûmeta herêmê ve jibu xizmetkirina hawlatiyên deverê û berpirsê liqê gwedariya gile û gazindên hawlatiyan jî kir û ragehand ku ew dê hemî şiyana mezêxtin bo gehandina gile û gazndên hawlatiyan bo cihên peywendîdar û dîtina çareseriyê bo wan û di vî barî da piştevanî û harîkarî û hevkariya pêtvî ya liqê 8ê Partî diyar kir di pêxemt xweşkirina rewşa jiyana xelkê deverê de




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)