9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeter li ser rewşa kampa Holê jî axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku duh bi serdaneke fermi gihişt Qeterê, li gel Serokwezîrê Qeterê Şêx Xalid bin Xelîfe el Sanî civiya.

Di civînê de mijarên hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pêşbîniyên bo dahatûya siyasî ya Iraqê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Qeterê, taybetî jî di warê aborî, bazirganî, cotkarî û geştyarî de, şewba Covid-19, bandorên wê û proseya vaksînkirinê dijî vê vîrusê li Iraq û Qeterê, geştên rasterast ên hêla esmanî ya Qeterê bo Herêma Kurdistan û Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Xalid bin Xelîfe el Sanî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li gel Qeterê kirin û behsa “derfetên sermayeguzarî û veberhênana Qeterî ya li Herêma Kurdistan û ji wir jî bo tevahiya Iraqê kirin wek bazareke mezin bi tabetî di wan waran de ku pêwîstiya Herêma Kurdistan û Iraqê pê heye.

Herwiha vekirina Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê, jî di civînê de gotûbêj li ser hat kirin.

Dawî pêşhatên rûbirûbûna terorê, gef û metirsiyên DAIŞê, rê û rêbazên rûbirûbûna terorê û hizra tundrewî, rewşa koçberên li Kampa Hol a li Rojava, dawîn pêşhatên navçeyê bi giştî û pirsên din ên cihê girîngiya herdu aliyan, di civînê de hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar