Fazil Mîranî: Em ji dibistana Barzaniyê nemir wisa fêr bûne

Hewlêr-KDP.info- Di dirêjahiya kampaniya PDKê de ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, îro Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî di kernevalekê de ragihand, em ji dibistana Barzaniyê nemir fêr bûne û yê ku di asta yekê de biser dikeve milet û welatê me ye.
Fazil Mîranî di gotara xwe de ji kadirên PDKê re got: “Yê ku di hilbijartinan de dê li ser asta yekê biser bikeve divê milet û welatê me be. Welatê me beriya hertiştî pêwîstiya wî bi aramî û xizmetguzariyê heye. Xwasta miletê e serxwebûn û aramî ye. Ji ber ku bê serxwebûn aramî pêk nayê. Em armanca me ya stratrjîk e û wisa hizir nekin ku ji ber ku îro pêk nayê êdî emê dest jê berdin. Li vî welatê bi navê Kurdistan gelek ol û netewe û mezheb û aliyên siyasî hene. Bi dîtina me milet çavkaniya hertiştî ye, çavkaniya hêzê, çavkaniya deng û çavkaiya pêşveirinê ye.”
Mîranî wiha domand: “Dîroka PDKê tije serwerî ye. Em bi miletê xwe piştasê ne. Me ti carî ji berpirsyaretiyê baz nedaye û me miletê xwe bi tenê nehiştiye. Em ji dibistana Barzaniyê nemir fêr bûne ku li perên dîrokê şaşîtiyên xwe jî derxînin, ji bo ku em wan şaşîtiyan rast bikin û hewl bidin wan şaşîtiyan dûbare nekin.”




