9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li ser rewşa Sûriyê jî axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Sûriyê jî gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eric Chevallier Balyozê nû yê Fransa li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de jibilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo birêz Balyoz xwest û Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî, hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşerojê ya proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên DAIŞê û gefên li ber Iraqê pêşkêş kir.

Herdu aliyan xwestên xwe yên hevbeş ên ji bo pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Fransa nîşan dan û hevnerîn bûn ku Fransa û civaka navdewletî dikarin hevkar û alîkar bin ji bo çareserkirina kêşeyan û parastina aramiya li Iraqê ku bandoreke erênî li ser aramiya navçeyê jî heye.

Derfeta hilberîn û sermayeguzariya zêdetir a Fransî li Iraq û Herêma Kurdistanê. rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bûn ku Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî tê de amade bû.

 

Nûçeyên têkildar