9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozê nû yê Fransa pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Fransa li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşema 26.9.2021 pêşwazî li balyozê nû yê Fransa li Iraqê Êrîk Şovaliyê û şanda pê re kir.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê pîrozbahî li balyozê nû yê Fransa kir ku li Iraqê dest bi kar bûye û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên dîrokî yên Fransa û Herêma Kurdistanê jî kir û spasiya piştevaniya berdewam a Fransa li gelê Kurdistanê kir.

Balyozê Fransa jî jibilî ku behsa pêşketinên abûrî û avakirinê yên Herêma Kurdistanê da, herwiha pesnê xebatên çaksaziyê yên kabîneya nehem a Hikûmeta Kurdistanê da û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.

Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, hilbijartinê giştî yên Iraqê û şerê li dijî terorê jî hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar