Mesrûr Barzanî sersaxî ji Hadî Amrî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî kir.
Îro Yekşema 05.09.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî kir ji ber koça dawî ya 3 biraziyên wî ku di rûdaneke diltezîn bi agir li Bexdayê koça dawî kiribûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxwemiya xwe ji bo Hadî Amrî ragihand û hêvî xwest Xwedayê mezin giyanên wan bi buhiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û nasên wan.
Herwiha Hadî Amrî jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji ber derbirîna hevxemî û duristkiria peywendiyê.




