9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Parlamentoya Urdinê: Em êş û doza gelê Kurdistanê bi başî fêm dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Şahnişîna Urdinê kir û di wê hevdîtinê de Serokê Parlamentoya Urdinê silavên Şah Abdullah gihand Serok Barzanî û got: “Gelê Urdinê sozeke taybetî ji bo gelê Kurdistanê heye û êş û doza gelê Kurdistanê bi başî fêm dikin.”

Îro Yekşema 05.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Abdulmun'im Elodat Serokê Parlamentoya Şahnişîna Urdinê û şanda ligel wî kir ku ji Dr. Munteser El'eqle Balyozê Şahnişîna Urdinê li Iraqê û hejmarek Parlamenterên Parlamentoya Şahnişîna Urdinê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de Serokê Parlamentoya Urdinê silavên Şah Abdullahê Paşayê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe û welatê xwe hebû ji bo xebat û keda Serok Barzanî û herwiha qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê di şerê terorê de û tekezî jî li ser wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê wê yekê ye ku aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikeve û peywendiyên herdu aliyan li ser bingeha dostayetî û berjewendiya hevbeş û aramiya Iraqê berfirehtir bibin.

Di dirêjahiya vê civînê de şanda Parlamentoya Urdinê got ku gelê Urdinê sozeke taybetî ji bo gelê Kurdistanê heye û êş û doza gelê Kurdistanê bi başî fêm dikin.

Her di vê hevdîtinê Serok Barzanî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê bi dîrokî û dostane û mînakî wesif kir. Herwiha ji bilî balkişandina ser rola Şah Abdullah di avakirina aramî û pêşketin û kûrtirkirina dostayetiya di navbera herdu aliyan de, pêzanînên xwe ji bo helwesta Paşayê Urdinê ya di piştevaniya Herêma Kurdistanê de di şerê terorîstên DAIŞê de.

Gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê û berdewamiya gefa terorê li ser aramiya navçeyê mijareke dinê vê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar