9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Kurdên Rojava bi meşê gehiştine Kurdistanê jibo herin ser mezarê nemiran

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Jibo derbirîna wefadarî û dilsoziya xwe li hember xebata Barzanî yê nemr û piştevaniya serokê herêma Kurdistanê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê, şandekê pêkhatî ji (57) Kurdên rojava bi bilndkirina alayê Kurdistanê û wêneyên Barzanî yê nemr bi meşê gehiştine xala sînoriya pêşabîrê û jilayê Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê û hijmareka kadirên Partî ve hatine pêşwazî kirin û jivan ewe ev girupe bi rêpîvan ta ser mezarê nemiran biçin.

Serbest Lezgîn di peyvekê da gut:
" Pir ji dil bixêrhatina hewe dikeyn bo Kurdistana başûr û ev karê hewe nîşana dilsuzî û wefadariya heweye li hember xizmet û mandîbûna Barzanî yê nemr ku hemî jiyana xwe terxan kirbû jibo bi destve anîna mafên rewayên netewa Kurd."

Berpirsê liqê heşt xweyakir jî ku rewşa milletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bo cihê pwîtedaneka mezin bi taybetî di van kawdanên nexweş û dijwar de lewra her zû cenabê serok Barzanî bizav kirin ku hêz û layenên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê digel yêk kom bibin û rêzên xwe biparêzin daku bişên bi baştirîn şêwe û kêmtirîn ziyan bersîngê kawdanan bigirin.

Ji layê xwe ve şandê navbirî ku hemî endamên (Alpartî) ne armanc ji seredana xwe derbirîn û diyar kirin jiber ku Barzanî rolekî mezin bo tev milletê Kurd gêraye, me viyaye bi rêpîvan ta ser mezarê nemiran li Barzan biçîn û sipasiya serokê herêmê û tev xelkê Kurdistana azad bikin bo wê piştevanî û harîkariyên pêşkêşî xelkê Kurdên rojava dikin.

Li dîvda berpirsê liqê 8 û rêveberê komelgeha pêşabîrê û kadrên liqê heştê Partî û girupê ala, alayên Kurdistanê bi sîngê her (57) kesan vekirin

Nûçeyên têkildar