Liqê Yek bîreweriya 60 saliya damezrandina herdû yekîtiyên Qutabî û Lawan pîroz kir

Bi helkefta damezrandina yeketiya qutabiyan û lawên democrat a Kurdistanê. Di qunaxeka pir hestiyar û siyasî û neteweyî û pîşeya Kurdistanê de, di kungirê sê de li (18/2/1953)ê bi raspardên serkirdew babê ruhiyê netewa Kurd (Barzanî yê nemr) yekîtiya qutabiyan û lawên demokrata Kurdistanê hate damezrandin bi merema xistina van tuêjên giring û hestiyar hemberî erkên nîştîmanî û demokratî.
Dîroka yekîtiya qutabî û lawên democrat a Kurdistanê pişkeka giringe ji dîroka bizava rizgarî xwaza Kurdistanê de û li hemî qunaxên xebatê de rol hebûye di gorepanê de.
Yekîtiya qutabiyan û yekîtiya lawên demokrata Kurdistanê li pêy pêtviya her qunaxekê de wek fêrgeheka şoreşgêrî û serkêşî û pêşrew û çendîn serkirde û qehreman pêgehandîne.
Yekîtiya qutabî û lawên demokrt a Kurdistanê evro li herêma Kurdistana azad rolekê giring heye di medenîkirina civak û berfrehkirina panta û keşê demokrasî bi rêya helbijartinên navxoyî û giştî yên qutabiyan û lawan û jipêxemet perwerdeka modêrin û jiyaneka azad û serbexo beref paşerojeka geş diçît. van herdû yekîtiya her ji destpêka jiyê xû yê cudahiya regezî û bîrubaweran bergirî ji mafên hemî qutabî û lawên Kurdistanê kiriye, û dakokî li her bîr û derbirîneka azad û pêşkeftî xwazane kiriye.
bi navê liqê Yek yê Partiya Demokrat a Kurdistanê yada (60) saliya qutabî û lawan li tevaya qutabî û lawên Kurdistanê pîroz dikeyn, omêdewarîn qutabî û law her çeperê pulayî bin weku Barzanî yê nemr pesna wan kirî bû pêş dabirina şaristaniyet û demokrasiyê li herêma Kurdistanê.
Liqê Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
17/2/2013




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)