9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yunanistan gelekî giringiyê bi têkeliyên xwe yên ligel Kurdistanê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 25.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stavros Kîrîmîs Konsulê nû yê Yunanistan li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, hemû hevkarî û piştgîriyeke xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî ji bo serkeftina li kar û erkên wî de dûpat kir.

Konsolê nû yê Yunanistan li Herêma Kurdistanê ji bilî spas û xweşhaliya ya bi hevdîtinê ragihand Serokwezîr û berpirsên din ên Yunanistanê gelekî girîngiyê bi peywendiyên me yên li gel Herêma Kurdistanê didin û gel û Hikûmeta Yunanistanê bi rêzve li ezmûna we ya li Herêma Kurdistanê dinêrin.

Her du alî tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan bi taybetî li warê perwerdeyî û bazirganiyê da kir û rewşa Iraqê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên teror û serhildana DAIŞê û çend pirseke din ê girîng û hevbeşbûn guftûgo kirin.

 

Nûçeyên têkildar