9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî ji ber bûyera li Bexdayê dilgiraniya xwe nîşan da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber bûyera şevê din li nexweşxaneyeke Bexdayê di peyamekê de dilgiraniya xwe nîşan da. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi bihîstina nûçeya bûyera diltezîn a agirpêketina şeva derbasbûyî ya nexweşxaneya Îbnî Xetîb ya li Bexdayê ez gelekî dilgiran bûm ku bi mixabiniyê ve bûye sedema mirin û birîndarbûna hejmareke zêde ji welatiyan.

Pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyên wê karesatê dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim û hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndaran dixwazim.

Mesûd Barzanî
25.04.2021”


 

Nûçeyên têkildar