9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên bûyera Bexdayê re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand Herêma Kurdistanê bi hemû hewkariyekî ve bo birîndarên nexwaşxaneya Bexdayê re amade ye.

Daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:

“Mixabin bûyerekî dilêş a şewatê di nexwaşxaneya Abin Al Xetîb a Bexdayê min bihîst ku bûye sedemê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûna bi dehan kesan. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdan dikim û xwe wek hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wan bi bihuştê şad bike û wan bixe ber dilovaniya xwe. Hêviya silametiyê û zûbaşbûnê ji birîndaran re dixwazim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe bo pêşkeşkirina hemû hewkariyekî pêwîst radigehîne. Bi taybet di warê tendirustî û pêşwazîkirina li birîndarên bûyerê û her alîkariyek din ê pêwîst be.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

25.04.2021”

 

Nûçeyên têkildar