9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Berpisê liqa du ya (KDP) seredana baregeha encumena bizava Goran dike

Çavkanî: KDP.info

Berpisê liqa du ya (KDP) seredana baregeha encumena bizava Goran dike, tê de gengeşe li ser ew pêşhatin dawîyên Iraqê, bi taybetî rewşa aloza sîyasî û pêwendîyên navbera Iraqê û herêma Kurdistanê hate kirin.
Di evê kombûnê de herdu alîyan, gengeşe li ser guhrankarîyên çaverênekirîyên pêşerojê û kombûnên alîyên sîyasîyên herêma kurdistanê û Iraqê bo çareserkirina alozîyên Iraqê kirin.
Herweha tê de tekezî li ser yek dengî û yek helwêstî û gîyana birayetî û karkirina hevpişka alîyên sîyasî bo parastina destkeft û berjewendîya giştîya gelê kurd  kirin.
Ji alîyê xwe ve berpisê liqa du ya (KDP) amaje bi pêkolên serokê herêma kurdistanê bo girîngî dana bi yekxistina mala Kurd û hemû pêkhatin cuda cuda û tekez kirin li ser pirsa neteweya xelkê kurdistanê kir.

Nûçeyên têkildar