9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Papa bo Nêçîrvan Barzanî: We dijmin şikand û hûn welatê xwe avadan dikin.. Hûn paqij in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya îro Yekşema 07.03.2021 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Papayê Pîroz Fransis, Papayê Vatîkanê kir. Li dema daketinê de Papayê Pîroz destên xwe ji bo axê dirêj kir û bi Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Kêfxweş im ku li vir em hevdû dibînin.”

Paşê di civînekê de ku rêzdar Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Mistefa Seyid Qadir Cîgirê Serok, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Muna Qehweçî Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Papa kir û got: “Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ve gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokiya mezine, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane.

Li beşeke dinê axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Me baweriyeke tevahî bi azadiya olî û fireh olî heye. Lêborînî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatan, nasname û çandeke kevnar û dêrîn ya Kurdistane, bi hemû awayekê parêzgeriyê li wê çandê dikîn. Em herdem li gel aştî û diyalogê ne, teror û tundiyê red dikîn, tu demekê rê nadîn hîç pêkhateyeke olî yan neteweyî li Herêma Kurdistanê, bibê qurbana teror û tundiyê.”

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: “Pêkhatên Kurdistanê çendîn salên zêdeye pêkve rûbirûyê dîktatorî û terorê bûne. Pêkve qurbaniyeke gelek mezin dane. Me hemûyan pêkve paşarojeke hevbeş heye. Em hemû ji bo paşerojeke hevbeşê baştir, pêkve kar dikîn. Firehî û pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistanê hêz û dewlemendin. Em naxwazin Xristiyan û Êzdî û hîç pêkhateyek koç bikin û welat bicîh bihêlin.”

Di beşeke dinê axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Xristiyan pêkhateyeke resen û serekiyê Kurdistanê ne, civakeke aştewayîne, wan roleke mezin li avakirin û pêşxistin û parastina welat da dîtiye û dibînin. Çi ji destên me hatiye, ji bo parastina wan me kêmasî nekiriye.

Li dawiyê de jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana cenabê we bereket li gel xwe da tîne. Ji bo yarmetîdana Kurdistanê û pêkhatên wê li hemû rûyek ve çavê me li niza û dua û piştgîriya we ye.

Ji aliyê xwe ve Papa di beşeke dinî axaftina xwe de got: “Gelek spas ji bo wê pêşwaziya we ya germ dikim. Demeke dirêje min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim û kêfxweş im ku îro bi dengê vexwendina we ve hatim. Gelek pêzanînên min heye ku ji bilî wê yekê hûn li şer da bûn, lê belê we pêşwaziyê li koçberên Xristiyanên li Mûsil û Deşta Nînowa û Qereqûş û li pêkhatên din kir. We Xristiyan himbêz kirine.”

Her wiha Papayê Pîroz got: “Ez hatime heta pêkve li gel we dua ji bo we û ji bo Xristiyanan û ji bo hemû mirovayetiyê bikin. Dijmin hat bo ku vî welatî têk bide, lê belê we bi reseniya xwe xizmet kir û we pêşwazî li koçber û pêkhatên din kir. Şer rûxandin û wêrankirin e, lê belê we dijmin şikand û hûn welatê xwe avadan dikin.”

Li beşeke dinê axaftina xwe de Papayê Pîroz got: “Ez hatime vê axê pîroz bikim. Hûn paqij in, we destê dilovaniyê ji bo hemûyan dirêj kiriye, ji bo min jî dua bikin. Spas ji bo we ku hûn li gel hemû olan û hemû pêkhatan de dikin. Li Kurdistanê azadî berqerare. Dûbare spas ji bo pêşwaziya germ û mîhvandariya we.”

 

Nûçeyên têkildar