Fazil Mîranî ligel kunsulê giştî yê Emerîka li herêma Kurdistanê civiya
Hewlêr-KDP.info/ Fazil Mîranî sekreterê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwazî kir li Pawl Stîfin kunsulê giştî yê Emerîka li Kurdistanê.
Di danîştinekê de Mîranî kurtiyek liser rewşa Îroya Kurdistan û Iraq û pêşhatên meydana siyasî pêşkeş kir û got ku herêma Kurdistanê her ji sala nuhedu yekê û piştî serhildan û azadbûna herêmê..gelê Kurdistanê di biratî û rêzgirtina jiyana xwe bi ser kiriye û yek dest û yek dengbûn li hember gefe û nehezan.
Herweha got jî ku gelê Kurdistan hevkarî û qurbanîdana hêzên Emrîkî û hevpeymanan di piroseya azadiya Iraqê û piştevaniya wan bo gelê Kurdistanê bi giringî bas diken û nahête jibîrkirin.
Piştre Mîranî peywendiyên hêzên siyasî yên herêmê bi cihgîr navbir û got ku hêzên Kurdistanî li hember kêşeyên neteweyî yek helwêstin.
Lidur kêşeyên Hewlêr û Bexdayê mîranî got ku herêma Kurdistanê hemu demekî hevkar bûye bo çareseriyan lê kêşe ne di gel wan kesane ku hukim dikin belku di gel eqliyeta hukimkirinê ye û herêma Kurdistanê hêvîxwaze ev eqliyete bête gwhertin bi eqliyetek ku di xizmeta gelên Iraqê de bît.
Ji aliyê xweve Pawl Sutfîn..konsulê giştî yê Emerîka li hewlêrê keyf xweşiya xwe li hember rewşa herêm û rolê serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê û şexsê birêz serokê herêma Kurdistanê diyar kir bo çareserkirina kêşeyên navxoyên Iraqê û rolê wî bi giring da zanîn û hêvî xwest gelê Kurdistan û herêma Kurdistanê her di pêşkeftinê da bin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)