Amerîka li Siûdiyê navendeke asmanî nû li dijî Îranê ava dike

Hewlêr-KDP.info- Amerîka çend balafirgeh û navendên asmanî li Erebistana Siûdiyê bikar tîne û niha jî hewl dide ku navendeke asmanî nû li wir li dijî Îranê veke.
Fermandarê Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîka Kêns Makkênzî ragihand: “Di vê dema dawî de artêşa Amerîka li dijî gef û êrîşên rokêtên Îranê navendeke asmanî li Erebistana Siûdiye bikar aniye.”
Wî fermandarê Amerîkî gotiye: “Niha Amerîka li cihekî digere ku navendeke asmanî nû li Siûdiyê ava bike, ku ev navenda nû dê li dijî êrîşên Îranê bin û dê bikevin şûna navendên asmanî yên Qeter û Kiwêytê.”




