9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Rola zanayên olî di pêkvejiyana olên li Kurdistanê de cihê pesnê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 50emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, peyamek arasteyî serok û endamên wê yekîtiyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî serok û endamên Nivîsgeha Cibicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê kir û ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Di salvegera pêncî saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbahiyê li we û tevahiya mamosteyên olî li Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Zanayên ola îslamê, roleke wê ya girîng û berçav di dîroka rewşenbîrî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de hebû. Herwiha rola zanayên olî di berevanîkirina li pirsên niştimanî û gesekirina hizra miyanrew û pêkvejiyana aştiyane ya olî li Kurdistanê, cihê pesn û pêzanînê ye. Hêvîdar in zanayên olî berdewam bin di rûbirûbûna tundrewî, belavkirina peyama aştîxwazî û lêbûriyê, berevanîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê û hişyarkirina civakê ji bo xweparêzî û pabendbûna bi rênimayên tendirustiyê de.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

21.9.2020”

Nûçeyên têkildar