Nêçîrvan Barzanî û Emar El Hekîm pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Bexda-KDP.info- Di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê de, nîvroya îro Çarşema 02/09/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Seyîd Emar El Hekîm Serokê Tevgera El Hîkmeya Niştimanî civiya.
Di civînê de rewşa Iraqê û pirsa hilbijartina pêşwext û kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û guftûgo û hengavên çareserkirina wan, xistin ber behs û guftûgoyan. Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz û pêkhênerên Hevpeymaniya Iraqiyun kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Herdu aliyan hevramanbûn li ser girîngiya hebûna îradeya siyasî ya ji bo çareserkirina kêşeyên welat û hevkarî û karên pêkveyî ya li navbera aliyên niştimaniyên Iraqiyan da bo ku pêkve bi nêrîneke nû ji bo paşerojê hengavan bavêjin, rûbirûya gefan bibin û welat ji kêşe û qeyranan derbas bikin.
Di civînê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, rûbirûbûna terorê, proseya siyasiya welat û girîngiya beşdarî û hevbeşiya pêkhatên Iraqiyan ku tê de, parastina yasa û serweriya welat, pêgiriya bi destûr û sîstema federaliyê ve ji bo parastina aramiya li Iraqê û çend pirseke din hatin behs kirin û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.




