Serokê Herêma Kurdistanê û serokê Parlamentoya Iraqê civiyan
__2020_09_02_h16m35s59__ER.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Nîvroya îro Çarşema 02/09/2020 li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mihemed El Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê civiya.
Di civînê de proseya siyasî û karê Encumena Nûneran û Yasadan, babeta Dadgeha Federalî û mekanîzma berbijêrkirina endaman, proseya hilbijartina paşeroja Iraqê, metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa giştiya welat bi taybetî navçeyên ziyanberketiyên şerê dijî DAIŞê û pêwîstiyên wan, pejika virusa Korona, rewşa pêkhatan û çend pirseke din guftûgo kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevbeş û hevkariya di navbera aliyan û pêkhatên welat ya ji bo rûbirûbûna gefên vê qonaxa welat û derbaskirina qeyranan kirin.
Di beşeke dinê civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa koçberên şerê DAIŞê li wargehên Herêma Kurdistanê û hewlên vegerandina wan, pêwîstiya zêdetir girîngîdana bi rewşa asayîş û aramî û avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şer û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi xelkê koçberên wan navçeyan, li gel çend pirseke din xistin ber behs û guftûgoyan.




