Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Barzan Mela Xalid re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, bi boneya koça dawiyê ya Pêşmerge û ragihandkarê naskirî yê Kurdistanê Barzan Mela Xalid, serxweşî li malbat, kesûkar û hevalên wî kir.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
“Koça dawiyê ya têkoşer û ragihandkarê naskirî yê Herêma Kurdistanê Kak Barzan Mela Xalid gelekî xemgîn kirim. Pirse û serxweşiyê malbat wî ya birêz û kesûkar û hevalên wî dikim.
Kak Barzan xebatkar û têkoşerekî diyar ê her du şoreşan, Şoreşa Eylûl û Şoreşa Gulanê bû ku bi dengê xwe yê dilêr di xizmeta Pêşmerge û şoreşa Kurdistanê de bû. Di dema raperîna 1991an de û piştre jî wek parlemantar û Birîkarê Wezîrê Rewşenbîrî roleke wî ya berçav di xizmetkirina tevgera rewşenbîrî ya Kurdistanê hebû.
Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û bîranîna wî her dem zindî be.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Kurdistanê
25.8.2020”




