9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî daxwaz ji partiyên perçeyên din ên Kurdistanê kir: Rewşa Başûr liberçav bigrin û nebin sedem ku ziyan bighê me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya74 saliya damezrandina PDKê peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hêz û partiyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê kir ku rewşa Herêma Kurdistanê liberçav bigrin û nebin sedem ku ziyan bighê Herêma Kurdistanê, ji ber ku êdî xelkê Kurdistanê nikarin tehemula ziyan û bombebaran û pirsgirêkên din bikin, lewma daxwaz ji dewletên cîran û hêzên Kurdî kir ku rêz û hurmetê ji serweriya Herêma Kurdistanê re bigrin û Herêma Kurdistanê nekin meydana hevrikiyên xwe.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina 16ê Tebaxê û salvegera 74mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû endam û alîgir û kadirên PDK û cemawerê xelkê Kurdistanê dikim. Damezrandina PDK çerxeke girîng bû di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de û bûye xwendingeheke niştîmanî ji bo xebatgêr û têkoşerên Kurd.

Armanca damezrandina PDK zindîhiştina giyanê xebata siyasiya gelê Kurd û bihêzkirina bawerîbixwebûna mirovê Kurd bû di serdemeke sext û dijwar de. PDK herdem di hemû qonaxan de amrazek bûye ji bo berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê û aliyê serekiyê dakokîkar ê wan mafan bûye û ew yek jî bi rastî nîşan daye. Ji bo wê yekê PDK herdem cihê hêviya gelê Kurdistanê bûye û di heman demê de jî herdem PDK bûye nîşan û armanca plana nahez û neyarên gelê Kurdistanê.

Em îal bîranîna 16 tebaxê di demek de dikin ku gelê me li ber gef û astengên mezin de ye. Niha Kurdistan li gel kêşeyên abûrî û tendirustî û planên cûrbicûr ên nehezan de dest û tiliyên xwe nerm dike. Her ew yek jî wiha dike ku erkê ser milê PDK û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên PDK ji hemû demekê girantir be.

Bi navê derbaskirina vê rewşa dijwar pêwîst e karbidest û kadirên partî li nava cemawer û di asta çaverêkiriya cemawer de bin û bibin sedema çareserkirina pirs û kêşeyên xelkê. Pêwîst dike hemû endamekî PDKê wê yekê jibîr neke ku berpirsiyariya serekî ya parastin û pêşxistina Herêma Kurdistanê li ser milê we ye û divê bi navê Kurdistaneke bihêz xwe ji hemû kesan zêdetir kar bikin û biwestînin.

Di vê salvegerê de em tekeziyê li ser peyama pêkvejiyan û firehalî û aştîxwaziya nava xelkê Kurdistanê dikin û ew yek ji erkê serekiyên PDK ye ku pêkvejiyana di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê û aştiya siyasî û civakî ya Kurdistanê biparêze.

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda jî PDK bi dirêjahiya temenê xwe yê xebata siyasî, dilxwazê danustandin û çareserkirina kêşeyan bi awayeke aştiyane û jihevdûtêgihiştinê bûye. Niha jî em tekeziyê li ser meşandina heman riyê dikin û di heman demê de em hemû hewl û têkoşîna PDK ji bo wê yekê dibe ku ligel têkoşer û niştimanperwerên din ê Kurdistanê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biçespênê û dijî hemû hizir û eqliyetekê radiweste ku bixwaze xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û şeraketa gelê Kurd li nav dewleta Iraqê piştgûh bixe. Yan jî bixwaze statyoya Herêma Kurdistanê ku berhema sedsal xwîna sedan hezar şehîd û rondikên sedan hezar dayikên şehîdan e, ji wana betal bike. Beş jî dizanîn tişta ku niha heye bi tu awayekî ne di asta qurbanîdana bêhejmar û xewn û hêviya serbixweyî ya gelê me de ye. Ligel wan hemû tiştan jî bi nerîna me, ligel birêz Mistefa Kazimî Serokwezîr niha yê Iraqê ku têgihiştina wî ya ji bo doza gelê Kurdistanê heye, ew derfet heye ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda di çarçoveya destûrê Iraqê de bêne çareserkirin û Kurdistan û Iraq bigihin encamên baş. Ew destûra ku eger wekî xwe bihata bicîhkirin, niha gelek ji wan kêşeyan nedibûn ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene.

Di salvegera 74mîn damezrandina PDK de wê yekê bi bîra xelkê xweşdiviyê Kurdistanê tînim ku PDK zadeya yekgirtiya îradeya xebatgêrên Kurd bû. PDK ji encama derz û duberekiyê ji dayik nebûye, ji bo wê yekê jî PDK hêma û navendeke ji bo yekgirtin û yekrêziya îradeya gelê Kurdistanê. Her di vî warî de PDK herdem amade ye ji bo birayetî û aştî û yekrêziyê ji ber ku baweriya wî bi wê yekê heye ku her çi serkeftin û destkeftek ku ji bo gelê Kurdistanê hebûye bi sayeya yekrêzî û tebayî û birayetiya di navbera aliyên Kurdistaniyan pêk hatiye.

Daxwaz ji PDK û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku bi rûh û giyanê birayetî û berpirsiyarane bi pêkve kar bikin ji bo derbaskirina van gef û giriftên ku bûne gefek li ser Herêma Kurdistanê. Dixwazim tekeziyê jî li wê yekê bikim ku raste mûçe û jiyana xelkê gelek girîng e û divê hemû aliyek pêkve li rêya çaksaziyeke hemû aliyên li Herêma Kurdistan û Iraqê de hewla çareseriya kêşeyên xelkê û debara jiyana welatiyan bidin, lê belê ligel wê yekê jî giriftên bingehîn ên din ên wekî prensîpa şeraket û bi cîhkirina destûr û maddeya 140 û Pêşmerge heye û herwiha siyaseta asîmîlasyon û guherîna demografî heye ku gelek metirsîdar e û nayê qebulkirin. Ev hemû ewlewiyet û girîngiyeke xwe ya taybetî heye û nabe kêşeya gelê Kurdistanê tenê di çarçoveya maaş û mûçeyê de were kurtkirin. Proseya bi erebkirina navçeyên Kurdistanî ku ji sedsala bîstem ve destpê kiribû mixabin niha jî bi awayên cûrbicûr berdewam e. Pêwîst e ew proseya sîtemkarane bi zûtirîn dem bê rawestandin û çareseriya wê bierebkirin û nehiştin û guherîna demografyayê jî were kirin ku berê li dijî Kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Li vir de, bi pêwîst dizanim daxwazê ji hêzên siyasî yên Kurd li perçeyên din êm Kurdistanê bikim ku rewşa Herêma Kurdistanê liberçav bigrin û nebin sedema wê yekê ku ziyan li Herêma Kurdistanê bê dayîn. Ji ber ku êdî xelkê Herêma Kurdistanê nikarin tehemula ziyan û bombebaran û kêşeyên din bikin. Herêma Kurdistanê bi xwe girift û kêşeyên wê yên din hene û nikare xwe li ber ziyan û êşên zêdetir bigre. Ji bo wê yekê em daxwaz ji dewletên cîran û hêzên Kurdî dikin rêzê li serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê bigrin û Herêma Kurdistanê nekin qada gengeşeyên xwe.

Di dawiyê de careke din vê salvegera pîroz li hemû endamên PDKê û xelkê serbilindê Kurdistanê pîroz dikim. Vê gotina cenabê Barzaniyê Nemir bi bîra we hemûyan tînim ku di serkeftinan de jiser xwe ve neçin û di şikestinan de jî bêhêvî nebin. Daxwaz ji hemû endamên PDKê dikim îrade û hêviya we bihêz be, ji ber ku hûn îrade û hêvî û hêz in ji bo hemû xelkê Kurdistanê. Pêwîst e em hemû pişt û penaya hevdû û pişt û penaya xelkê sitemdîtiyê Kurdistanê bimînin. Ew hemû kesên ku hewla nehiştin û rûxana PDK didin baş bizanin ku PDK mulkê gel e û PDK partiyeke ku xwe naçemîne û narûxê.

Hêviya selametî û xweşiyê ji bo hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
16 Tebaxa 2020”

Nûçeyên têkildar