Liqê Yek ê PDK sal roja damezrandina Yekîtiya Nivîserên Kurd pîroz kir

Bi helkefta burîna (43) salan li ser roja damezrandina Yeketiya Nivîserên
Kurd li Kurdistanê, binavê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyan arasteyî gişt nivîser û roşenbîrên Kurdistanê dikeyn.
Yeketiya Nivîserên Kurd saxkirin û bi hêzêxistina çand û zimanê Kurdî bi erkê xwe yê neteweyî û niştîmanî zaniye û li rojgarên sext û bin sitiyê de jî nivîserên Kurd li ziman û nivîsîna kurdî xwedan derkeftin ji pêxemet belavkirin û bi hêzkirina roşenbîrî û hoşa neteweyî.
Yeketiya Nivîserên Kurd yek ji destkeftên giring yên şoreşa Îlona mezin bûye ku ji encamê xebat û têkuşîna vê şoreşê hikumeta Îraqê neçarbu li rêkeftina 11 adarê bi fermî danpêdanê bi ziman nivêsîna Kurdî biket û Yekêtiya Nivîserên Kurd bu palpişt û delîvek giring ku nivîser û runakbîrên Kurd pitir bişên rolê xwe bibînin di xizmeta çand û zimanê Kurdî de.
Omêda pêşdaçunê bo tevaya nivîser û roşenbîrên Kurd dixwazîn û ser berzî bo wan xwedan pênusan yên di dîroka nivîsînê de peyama rastî û rewaya gelê me gehandî.
Dûbare cejnahewe pîroz bît û di serkeftî bin.
Liqê Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
09/02/2013




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)