9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê 8ê Partî û melbendê 4ê Yekîtî: Yekrêziya navmala Kurdî baştirîn çeke bo parastina Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zaxo pêşwaziya Herêm Kemal Axa berpirsê melbendê 4 yê Yekîtî ya Niştîmanî a kurdistanê û şandê digel da kir.

Di runiştinekê de bas li rewşa siyasî û seqamgîriya Kurdistanê û Îraqa fîdral hate kirin û di vê biyavê runahî berdane ser girjî û aloziyên henukeyî û diyarin ku pîdvî ye serkirdayetiya siyasî ya Kurdî di amadebaşiyê de be jibo bersînggirtina her gwehrînekê li deverê û herdû aliya hevkok bûn ku yekrêzî û yekhelwêstiya navxoya herêmê baştirîn çeke jibo parastin û pêşxistina Kurdistanê ji her metirsiyekê.

Di tewerekê de berpirsê melbendê çar supasiya serkirdayetiya Partî kir ku hevxemin digel Yekîtî di nexweşiya Talebanî de û berdewam li rewşa saxlemiya navbirî pirsîne û herdûla dûpatî li ser giringiya rêkeftina stiratîjiya herdû parta û xurtkirina peywendiyan dinavbera hemî partên Kurdistanê de kir.

 

Nûçeyên têkildar