9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Partî: Pêdivî ye ragehandin bi berpirsiyarane reftarê bike

Çavkanî: KDP.info

Dezgehê rewşinbîrî û ragehandin yê Partiya Demokrat a Kurdistanê sebaret rûdanên li hember kenalê NRT ragehandinek belavkirî ye û têda diyarkirî ye "em di demekê da rijdyê li ser baweriya xwe neguhor dikin bi azadiya karê ragehandinê û rijdyê li wê çendê dikin ku pêdivî ye kenalên ragehandinê bi berpirsiyarane reftarê bikin û pabendî û exlaq û îtîkî karê rojnamevanî bin û ewa li hember avahiyê NRT hatî ye rûdan, karivedaneka bê bername ya komeka welatiyan bû wek wefadariya bajêrê Silêmaniyê ku sivkatîkirin bi Barzaniyê nemir ew ture kiribûn ".


Ji aliyê xwe ve rêveberê kenalê NRT ji axiftina xwe lêvebû ku li demê rûdanê bo dezgehên ragehandinê diyarkiribû ku kesê sivkatî bi Barzaniyê nemir kirî di bernamekê rastûxwe de dê jimare û navûnîşanên wî aşikira bike, di rûnikirinekê de, Tiwana Usman diyarkirî ye ku axiftina wî bi tinê bo hêwrikirina rewşê bûye û got: Karê me aşikirakirina tilefunên xelkî nîne ".

Nûçeyên têkildar