Nêçîrvan Barzanî: Terorkirina Huşam Haşimî bi tundî şermezar dikim

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de terorkirina Huşam Haşimî bi tundî şermezar kir û serxweşiyên xwe arasteyî kesûkarên wî kirin.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 07.07.2020, li hejmara xwe ya Twîtterê derbarê terorkirina Huşam Haşimî, şîrovekarê siyasî û emnî peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de diyar dike, “ez terorkirina lêkoler û pisporê emnî yê Iraqê Huşam el Haşimî bi tundî şermezar dikim ku di êrişeke plankirî de li Bexdayê hat terorkirin.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî serxweşiyê li kesûkarên Huşam Haşimî dike û daxwaz ji aliyên Iraqê dike “terorîstan bibînin û bidin dadgehê”.




