9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Em amade ne rêkeftineke giştgir li gel Bexdayê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 22.6.2020 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê, serperiştiya civîneke taybet bi danûstandinên ligel hikûmeta federal a Iraqê kir.

Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmetê û endamên şanda danûstandinan beşdar bûn, guftûgo derbarê derencamên danpstandinan û çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta federalî re li ser bingeha destûr hate kirin, bo gihîştin bi encam û rêkeftinê, bi arasteya dabînkirina maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, ku amede ne bo çareserkirina pirsgirêkên me bi awayekî bingehîn bi hikûmeta federalî re û bicihkirina pabendbûna me li hember dabînkirinamaf û destkeftên me yên destûrî, ji bo bigihin rêkeftineke giştgîr ku tê de erk û berpirsatiyên herdû aliyan diyar be û cihê razemendiya herdu aliyan be. Ameje bi wê yekê jî da, ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de, di berjewendiya tevahiya welatiyên Iraqê de ye û fakterekî girîng e jî bo peydakirina armaniyê li navçeyê.

Di civînê de biryar hat dayîn, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê sibe Sêşema 23. 6. 2020an serdana Bexdayê bike.


 

Nûçeyên têkildar