9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 20.6.2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê û dê li gel berpirsên bilind ên hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî derbarê çend mijaran, taybet jî pirsa budce, mûçe û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê kom bibe.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê ji bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk tê ku niha ji hemû deman zêdetir karîgerî li ser Herêma Kurdistanê kirine taybet jî di ware aborî û darayî de.

Di çarçova vê serdanê de, Nêçîrvan Barzanî dê li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokwezîr Mistefa Kazimî civînan encam bide.

Li ser asta hizban jî Serokê Herêma Kurdistanê dê li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî, Serokê Tevgera Hîkme Emmer Hekîm û Sediriyan bicive.


 

Nûçeyên têkildar