Ragihandina civîna hevbeş ya polîtburoya YNK ê û PDK ê
__2012_06_18_h13m27s59__BS.jpg)
Duhî bi serperestiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, her du polîtburoyên Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistanê civiyan û li ser çend xalên giring guftûgu kirin
Mijara yekim; Serdana serokê Herêm ê bo Ewrûpayê û hevdîtinên digel rayedarên welatên Ewrûpayê.
Mijara duyem; nirxandina serdana polîtburoya YNK ê bo Komara Îslamî ya Êran ê.
Mijara seyim; guftûfu sebaret bi encamên şandeya her du polîtburoyan (Neçîrvan Barzanî û Dr.Berhem) bo layê her 3 opozisiyonên Kurdistanê.
Mijara çarim; gufûguya pêwîst derbareya bersiva Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Êraqî di beramberê nameya aliyên siyasî yên Kurdistanê.
Mijara pêncim; derbareya Kerkûkê û navçeyên kurdî yên derveyê Herêmê, rewşa niha encama çaresernekirina hindek biryarên hikûmeta Êraqa Federal e.pêkanîna hêza Dîcle bû sedema boşahiya ewlehiyê li Kerkûkê, ev yeka jî bû sedema derfetekê bo hatina terorîstan, civînê biryar da ku di rêya komîteyeke hevbeş, li dijî hatina terorîstan perspektîf amade bikin.
Her weh abiryar hate standin rewşa Êraqê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê di jêr çavdêriyê debe û di beramber her egerekê amade bin.
mijara şeşim; derbareya berdewamiya xwepişandanên bajarên Sunî nişînên Êraqê, piştîwanî li daxwazên rewa yên xwepişanderan û metirsiya berdewamiya wê hate nirxandin, bê bersiva mana daxwazên wan di aliyê serokê hikûmeta ferdeal weke sedemê berdewamiya xwepişandanan hate zanîn, bikaranîna derfeta xwepişandanê, bo kesên dijî pirosa siyasî ya Êraqê, weke metirsiyekê hate navkirin. Bo vê yekê jî, pêwîste helwêsteke hemû alî,digel kêşeyên çaresernekirî yên Êraq , Herêm û Êraqê, biryareke berpirsane bidin.
Polîtburoya
Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistan
Partiya Demokrat a Kurdistanê




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)