Mesrûr Barzanî: Em gelekî ji ber rewşa ewlehiya Xaneqîn dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişa terorîstên DAIŞê li dijî kurdên Kakeyî li gundên Xaneqîn daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Mixabin şeva borî di êrişa terorîstan de li ser gundên Dara û Mêxas yên Xaneqînê, çend xûşk û birayên Kakeyî şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn. Em sersaxiyê didin malbat û mirovên wan şehîdan. Xwedayê mezin ruhê wan bi behiştê şa bike û birîndar jî bi zûtirîn dem baş bibin.
Em gelekî ji rewşa ewlehiya wan deveran nîgeran in lê di heman demê de em têkstî li ser mekazînma hevkariya ewlehiyê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de û girîngiya hebûna hêzên Pêşmerge li wan deveran dikin da ku bi alîkarî û hevkariya artêşa Iraqê, aramî vegere wan deveran û welatî bên parastin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Kurdistanê
14.6.2020”




