9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berdevkê fermî yê PDKê: Ew nûçe derew e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê nûçeyek derewand ku behsa namzedkirina Dilşad Barzanî bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû kirin.

Îro 13.05.2020ê Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku derbarê pişk û beşa PDKê di kabîneya nû ya hikûmeta Iraq a federal de, malpera Xendan nûçeyek belav kiribû ku xwedê giravî Dilşad Barzanî namzedê PDKê ye bo wezareta derve ya kabîneya nû ya hikûmeta Iraq a federal.

Mehmûd Mihemed got: “Em vê nûçeyê red dikin û radigehînin ku bi ti awayekî rast nîne. wek gelek caran jî me tekez diyar kiriye, pêwîst e saziyên medayayê pişt bi çavkaniyên dirust ve girêbidin û xwe ji nûçeyên nerast dûr bigrin.”

Nûçeyên têkildar