9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fazil Mîranî: PDK û YNK bira ne û dê bicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birayê hev in û dê bicivin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî serdana Wezareta Tenduristiyê di konferanseke rojnamevanî de ragehand: ‘’Hikûmetê karekî baş kir, hemû saziyên xwe ve, wek wezaret û yekeyên îdarî û hêzên ewlehiyê ve. Dubare em spasiya hemwelatiyan dikin ku berxwedan. Tehemûla gelê me û mana wan a li malên xwe û pêkanîna rênmayiyên tenduristiyê cîhê destxweşiyê û spasiyê ye.’’

Derbarê civîna PDKê û YNKê de jî got: ‘’Em dikarin bicivin, çima nikarin? Emê bicivin. Berî naha min got emê şemiyê bicivin, lê vê carê ez nabêjim. Çima? Ji ber kurd e.’’

Derbarê wan êrîşên hin alî li ser pêkhateyên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin de jî got: ‘’Em hemû alî zulmê li pêkhateyan dikin. Yek dibêje nûnertiya pêkhateyan nake, yek dibêje dike. Xwîşk û birayên tirkmen, keldan û ermen ku namzedên wan bi dengên piranî ve dibin parlamenter, çi îşê kî pê ye nûnertiyê dike yan na. Em û YNK pêwîst nake tiştên xwe di serê pêkhateyan de vala bikin.’’

Herwaha got: ‘’Îro li Kurdistanê, em û YNK û partiyên din berdewam rêzeke taybet li pêkhateyan digrin. Em minetê jî li wan nakin û me jî qazanc kiriye. Ew ji derve ve nehatine, xelkê vê deverê ne, ew bixwe jî dibêjin em Kurdistanî ne. Ermen gelek zêdebûn li vî welatî, lê îro kêmin ango berê de her hebûn. Aşûrî dibêjin ev der welatê me ye, ji ber wê jî heq nîne fişarên rasterast û nerasterat li pêkhateyan em bikin. Rêz girtina li pêkhateyan û misogerkirina mafên wan erkê me ye.’’

Derbarê peyvendiyên PDKê û YNKê de jî got: ‘’Em bira ne, lê hinekî em dûrî hev in.’’

 

Nûçeyên têkildar