9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin ji nêzîk ve ligel Kazimî kar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir û ragihand, destbikarbûna Kazimî di demeke giring de ye ji bo Kurdistanê û Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandiye, ku ew bi rêya peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê iraqê yê nû Mistefa Kazimî axiviye û pîrozbahî lê kiriye.

Mesrûr Barzanî di twîtta xwe de herwiha ragihandiye, “destbikarbûna Kazimî di demeke giring de ye hem bo Kurdistanê û hem jî bo Iraqê, ku em bi hev re rûbirûyê astengên hevbeş bûne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar jî kiriye, ew dixwazin “ji nêzîk ve li gel Kazimî û kabîneya wî kar bikin.”


 

Nûçeyên têkildar