9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fazil Mîranî: PDK û YNKê dê bicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, herdu Polîtburoyên PDK û YNKê dê li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî serdanekê bo Parêzgarê Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû hatin bicihkirin û wê yekê hişt ku Kurdistan kêmtirîn ziyanê bibîne.

Fazil Mîranî amaje bi wê yekê da, nabe pirsgirêkên siyasî yên di navbera partiyên siyasî derbasî nava hikûmetê bibin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, herdu Polîtburoyên PDK û YNKê dê roja şemeya bê li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin.

Derbarê birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê de tekez kir: “Divê ev pirs bê kirin, em welatiyên vî welatî ne, yan na. Heger welatiyê vî welatî ne, divê maf û erkên me bên diyarkirin, ne tenê erkê me hebe û mafê me nebe.”

Nûçeyên têkildar