Serok Barzanî: Seîd Gabarî jiyana xwe xistibû xizmeta doza rewa ya gelê Kurd

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya hunermend Seîd Gabarî, sersaxiyê li malbata hunermend wî dike û radigihîne, Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resen a Kurdî û doza rewa ya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezin e.
Di peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî de hatiye:
“Bi xem û kovaneke zêde, me nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşger û navdar ê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt.
Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resen a Kurdî û doza rewa ya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezin e. Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we û hunermendên Kurdistanê dikin û xwe bi hevbeşê xema we dizanin.
Ji xwedayê mezin hêvîdar in giyanê hunermendê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi her aliyek bibexşe.”




