9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Seîd Gabarî roleke mezin di piştevanîkirina Pêşmerge de hebû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata hunermendê Kurd Seîd Gabarî belav kir, ku ji ber nexweşiyê îro koça dawiyê kir.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

“Bi mixabineyeke mezin ve, min nûçeya koça dawiyê ya hunermendê niştimanperwer Seîd Gabarî bihîst. Hunermend Seîd Gabarî xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kiriye û bi riya stranên xwe roleke wî ya berçav di piştevanîkirina Pêşmergeyan de hebû. Sersaxiyê li malbata wî dikim. Xwedêyê mezin canê wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bi kesûkar û dostên wî bibexşe.”

 

Nûçeyên têkildar