Nêçîrvan Barzanî: Seîd Gabarî dê bi kar û berhemên xwe hertim di dilê me de zindî bimîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurd Seîd Gabarî peyamek belav kir û tê de ji malbat û kesûkarên wî re sersaxî xwast û got: “Seîd Gabarî dengekî bi soz û resen ê Kurdî ye û li pişt xwe arşîveke dewlemend a muzîk û stranan hişt.”
Îro serê sibehê, hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî bi sedema nexweşiya Penceşêrê li Nexweşxaneya Serdem a Hewlêrê wefat kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Seîd Gabarî peyamek weşand. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Mixabin nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê, xwedê jê razî Seîd Gabarî gihîşt min. Bi vê boneya xemgîn, ez sersaxiyê li malbat û kesûkar û dost û hevalên wî dikim û hevsoz û hevxemê wan im. Xwedayê mezin rihê wî bi buhiştê şand bike û sebrê bide hemû aliyan.”
Nêçîrvan Barzanî, Seîd Gabar wek “dengekî bi soz û resenê Kurdî” bi nav dike û dibêje, “salên dûr û dirêj xizmeta stran û muzîka Kurdî kiriye û di serdema şoreşê de çendîn sirûd û stranên bi coş ji bo xebat û Pêşmerge gotiye.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Seîd Gabarî arşîveke dewlemend a muzîk û strnan li pey xwe hiştiye û bi kar û berhemên wî, ew wek hunermendekî jêhatî hertim di dilan de zindî dimîne.”




