Mesrûr Barzanî: Rêz û pêzanîn bo wan rojnamevanên ku xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê kirine

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî û salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir.
Ev jî deqa wê peyamê ye:
“Bi boneya 122yemîn salvegera rojnamevaniya Kurdî û derketina yekem hejmara rojnameya (Kurdistan), ez germtirîn pîrozbahiyê li rojnamevanan û mêdyakaran dikim. Herweha 22yemîn salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamvenên Kurdistanê li rojnamevanên Herêma Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixawazim.
Di vê delîveyê de bi pêwîst dizanim sipasiya dezgehên ragihandinê bikim, ku di cîbicîkirina rêkarên xweparêziyê de ji Vayrosa Koronayê û belavkirina rênimayên tenduristiyê de roleke giring dîtine.
Rêz û pêzanîn bo ronakbîr û pêşengên rojnamevaniya Kurdistan û ew rojnamevanên ji bo gihandina doza rewa ya gelê Kurdistanê xizmet kirine û canê xwe kirine qurban.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê
21/4/2020”




