9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Kurdistanê: Ti rewatiya PKKê li Herêma Kurdistanê nîne û bila pirsgirêkan ji me re dernexîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, babeta rewşa devera Zînî Wertê di medyayê de gelek hatiye mezinkirin û pirsgirêk evqas mezin nîne û dê were çareserkirin. Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Ti rewatiyeke PKKê li Herêma Kurdistanê nîne û cihê karê wê ne Herêma Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna bi cîgirên xwe û şêwirmendên Serokatiya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê konferanseke rojanemvanî saz kir û derbarê rewşa herî dawîn a li Herêma Kurdistanê û Iraqê, aloziyên li Zînî Wertê û tedbîrên Herêma Kurdistanê yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê û çend mijarên din de axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa Zînî Wertê kir û ragihand, kêşe û alozî evqas mezin nînin ku neyên çareserkirin û got, “ev mijar zêde di medyayê û sosyal medyayê de hate mezinkirin, lê bixwe ew ne tiştekî wiha mezin e û dê were çareserkirin. Ya girîng em yekrêziya xwe biparêzin.”

Serokê Herêma Krudistanê diyar kir, “ew hêzên çûne Zînî Wertê hêzên Wezareta Pêşmerge ne û Wezareta Pêşmerge jî wezareta tevahiya Kurdistanê ye” û tekez kir, “şandina hêzên bo Zînî Wertê demkî ye û ji bo parastina welatiyan ji vîrusa koronayê ye û eger pêwîstî pê nemîne, ew hêz jî li vê derê namînin.”

Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: “Hêvîdar im partiyên siyasî yên dervey Herêma Kurdistanê jî destê xwe nexin nava pirsgirêka Zînî Wertê. Em hebûna PKK li hemû Kurdistana Iraqê bi rewa nabînin. Divê êdî PKK kêşe û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re dernexe. Cihê karê PKKê ne ev der e. Cihê karê PKK ne Herêma Kurdistanê ye û cihê karê li Herêma Kurdistanê nabe jî. Em beşek in ji Iraqê û Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de qet nahêle hêzeke din li vir pirsgirêkan ji cîranên me re derxîne.”

Derbarê alîkariyên ku ji ber vîrusa Koronayê ji Rojavayê Kurdistanê re hatibûn şandin jî, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ew alîkarî mirovî bûn û ti rûyekê wê ya siyasî nebû û alîkariyên tendirûstî û pizîşkî çûne Rojavayê Kurdistanê ji ber ku ti taqîgehek li Rojavayê Kurdistanê nebû ku derxîne kesek bi Koronayê ketiye.

Li ser kesê ku li Lîbyayê wek “pêşmergeyê Roj” hatiye desteserkirin jî Nêçîrvan Barzanî got, ew kesê li Lîbyayê ji aliyê hêzên Hefter ve hatiye desteserkirin, ti pêwendiya wî bi hêza Pêşmerge û Leşkerên Roj re nîne. Mixabin ew babet hat mezinkirin û ne em kesî dişînin Lîbyayê û ne jî pirsa Lîbyayê bi me ve girêdayî ye.

Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û bi navê Desetaya Serokatiyê destxweşî li Serokê Hikûmetê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, wezîrên tenduristiyê, navxwe û ewqafê û hemû karmendên ku kar ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê kirine, kir. Herwiha destxweşî li welatiyan jî kir, ku bi başî pabendî rêkarên Hikûmeta Herêmê yên li hember belavbûna vîrusa Koronayê hatine girtin, bûne.
Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî Serokê Herêma Kurdistanê got ku ew piştgîriyê li Mistefa Kazimî dikin, ku hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.

 

Nûçeyên têkildar